Kanûn 15, 2025 18:10 Asia/Tehran
  • Liv u tevgerên nû yên artêşa Rejîma Sîyonîst li derdora Quneytera Sûrîyê

Çavkanîyên nûçeyan yên sûrî ragihandin ku leşkerên artêşa Rejîma Sîyonîst dest bi liv u tevgerên nû li derdora Quneyterê li başûra wî welatî kirin.

 

Li gorî rapora çavkanîyên nûçeyan ên sûrî, leşkerên artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker bi danîna xala kontrolkirinê li cadeya Cibata Xeşeb- Eyn ul Beyzeyê li derdora bakura Quneyterê, dest bi lêgerîna di nav rêwî û welatîyan da kirin. 

Ji hêla din ve, Lêjneya Pêderxistina Rastîyan a NY derbasî şarê Koya li başûra Sûrîyê bû. Erka vê komîteyê tomarkirina haletên binpêkirinê yên ji hêla dagirkeran l ivê parêzgehê û guhdayîna ser daxwazên niştecîyên vê navçeyê ye.

Rejîma Sîyonîst ji dema ketina hikûmeta berê ya Sûrîyê va, bi awayekî berfire êrişî Sûrîyê dike u berî vîya jî bi heceta piştgirîya ji Durzîyan, hin navçeyên Şamê daye ber bombeyan. 

Serepeyv