Kanûn 11, 2025 18:49 Asia/Tehran
  • Desteserkirina sivîlên sûrî bi destê leşkerên artêşa Rejîma Sîyonîst

Di dewama destdirêjî û binpêkarîyên Rejîma Sîyonîst di nav axa Sûrîyê da, hêzên vê rejîmê çend sivîlên sûrî li başûra Quneyterê û rojavaya Derayê desteser kirin.

Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku ciwanekî sûrî li derdora gundê Meşîdeyê li başûra Quneyterê ji hêla leşkerên artêşa Rejîma Sîyonîst va hat destesrkirin u bo cîyekî nedîyar hat veguhestin.

Berî vîya jî komeke hêzên gerreçavdêrîyê yên Rejîma Sîyonîst welatîyekî sûrî li rojavaya Derayê bi hegerên nedîyar desteser kirin. Ev desteserkirina welatîyan di nav axa Sûrîyê dabûye sedema tirs u dilnigeranbûna xelkê. 

Serepeyv