Cinayeta tayfeyî li Sûrîyê; Elewîyan dest bi grevê kirin
Bi dû cinayeta tayfeyî li şarê Laziqîye yê Sûrîyê, elewîyên navçeyên perrv û navenda vî welatî bi nîşana nerazîbûnê dest bi grevê kirin.
Piştî cinayeta dijî welatîyekî elewî li şarê Laziqîyê, li navçeyên elewînişîn ên perrvên Sûrîyê pêla hêrsbûnê berfire bû û bi nîşana nerazîbûna himberî vê yekê grevek berfire dest pê bû. Dema nerazîbûna welatîyên sûrî himber berdewambûna dagirkerîya Rejîma Sîyonîst li başûra Sûrîyê, hêzên rejîma hanê ew dan ber gulleyan u 3 kes ji wan hatin birîndarkirin.
Hêzên Rejîma Sîyonîst li derdora Quneyterê, cadeyên ber bi Ernebe u Şamê, bi danîna xalên lêgerîn u kontrolkirinê daxistin. Tevî greva berfire ya welatîyan li herêmên perrav u navenda Sûrîyê, hikûmeta demkî bertek nîşan nedaye u bersiva daxwazên niştecîyên wan herêmana nedaye. Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê jî ragihandîye ku di vî halî da sivîlên alîgirê hikûmeta demkî ya Sûrîyê di halekî da ku çekên sivik u ala Desteya Tehrîr ul Şamê dabûn destê xwe, derbasî derdora şarê Laziqîyê bûn. Ev yeka jî bûye sedema hêrsbûna welatîyan û wan ragihandin ku ew kara handêr in.