Rejîma Sîyonîst li Sûrîyê êrişî bajarokê Beyt Cinê kir
Di encama êrişa artêşa Rejîma Sîyonîst ser bajarokê Beyt Cin li derdora Şamê da, di navbera hêzên dagirker u niştecîyên vê bajarokê da hin pevçûn derketin.
Êrişa leşkerên artêşa Rejîma Sîyonîst ser bajarokê Beyt Cin li Sûrîyê şevê pêk hat û di encama pevçûnên bi dû vê êrişê da, herîkêm 13 leşkerên sîyonîst hatin birîndarkirin u hejmarek welatîyên sûrî canê xwe ji dest dan u birîndar bûn.
Rêxistina Berevanîya Sivîl a Sûrîyê jî di daxûyanîyekê da ragihand: Tîmên me nekarîn derbasî bajarokê Beyt Cinê bibin ku herin hawara birîndaran, ji ber ku leşkerên Rejîma Sîyonîst êrişî her liv u tevgerekê dikirin.
Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê û Tevgera Hemasê jî di daxûyanîyên cida de, destdirêjîya Rejîma Sîyonîst ser baajrokê Beyt Cinê ku ketîya başûra Sûrîyê, şermezar kirin.
Necat Ruşdî Cîgirê Wekîlê Taybet ê NY di Karên Sûrîyê da jî ketina Rejîma Sîyonîst nav axa Srîyê binpêkirina aşkira u nayê-qebûlkirinê ya serwerîya Sûrîyê zanî u xwest ku hemî destdirêjî bên sekinandin u ew rejîma pabendê rêkevtinameya 1974ê be.
Di vî halî da bi hezaran welatîyên sûrî îro piştî nimêja înîyê li Şamê û çend şarên din ên vî welatî daketin kolanan u bi şewitandina ala Rejîma Sîyonîst dijî artêşa rejîma dagirker derketin ku di vî halî da leşkerên Rejîma Sîyonîst êrişî welatîyên xwenîşander kirin. Hêzên rejîma dagirker herwiha rê li ber welatîyên sûrî girtin. Tevî neyarîyan, Rejîma Sîyonîst destdirêjîya ser axa Sûrîyê nemaze gundên derdora Şamê didomîne.