Pevçûna navbera hêzên Colanî û HSD li derdora Helebê
Çavkaniyên nûçeyan derbarê pevçûna navbera hêzên girêdayî bi Hikûmeta Demkî ya Colanî û Hêzên Sûriya Demokratîk li Helebê agahiyan didin.
Çavkaniyên xwecihî li Helebê ragihandin ku pevçûnên giran di navbera hêzên girêdayî Colanî û HSD`ê li mêhwera Bendava Tişrînê li derdora Helebê qewimîne û medyayên hanê ragihandin ku di encama van şer û pevçûnan de hinek hêzên ji her du aliyan birîndar bûne.
Televîzyona Meyadînê di raporekê de ragihand ku navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê û derdora Bendava Tişrînê bûne meydana pevçûnên berdewam navbera hêzên hikûmeta demkî ya Colanî û HSD`ê de û her du alî hevdu bi binpêkirina berdewam a peymana îmzebûyî di 10`ê Adara borî navbera Mezlûm Ebdî û Ebû Mihemed Colanî, serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê de tawanbar dikin.