Dewama şer û û pevçûnên çekdariyê li Sûriyê/ Êrişa endamên DAIŞê ser meqerên HSD
Çavkaniyên nûçeyan derbarê pevçûna navbera hêzên bin fermana Colanî û hêzên HSD`ê li derdora Dêrêzorê agahî dan.
Hevdem li gel dewama şer û pevçûna navbera hêzên Colanî û hêzên HSD`ê, çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku şer û pevçûnên çekdarî navbera endamên DAIŞ`ê û hêzên HSD`ê li herêma Zîbanê li derdora Dêrezorê destpê kirine. Endamên DAIŞ`ê êrişî xala kontrolê ya hêzên HSD`ê kirin û ev hêz jî bersiv dan û şer di navbera her du aliyan de destpê kir. Hêzên DAIŞ`ê li herêma Ebriyeyê li rojhilatê Dêrezorê jî êrişî HSD`ê kirin. Piştî êrişa DAIŞ`ê ser meqerên HSD`ê li herêma Sûseyê li derdora rojhilatê Dêrezorê, dengê teqînên bi xof li herêmê hat bihîstin. Li gorî nûçeyele din, çavkaniyên agahdar dertbarê peydakirin û girtina yek ji serkirdeyên bi nav û deng ê DAIŞ`ê li kampa Holê agahî dan. Çavkaniyên agahdar ragihandin ku yek ji serkirdeyên bi nav û deng ê rêxistina terorîst a DAIŞ`ê yê Iraqê ku li kampa Holê ya li Sûriyê xwe veşartibû hatiye naskirin û girtin. Terorîstê hanê bi navê Ebû Zehî ku nasnameya xwe veşartibû û di nav kampa Holê de bi nasnameyeke din dihat nasîn ji aliyê hêzên iraqî ve hate naskirin û ji bo girtîgeheke din hate veguhestin. Ew ku li gelek cinayetên li yek ji herêmêm Neynewayê dest hebû, îdîa kiribû ku mamoste ye! Ji aliyê din ve, Çavdêrê Mafên Mirovan ê Sûriyê ragihand ku bê ewlehîtî û komkujiyên navxweyî li vî welatî berdewam in. Çavdêrê Mafên Mirovan ê Sûriyê ragihand ku tenê roja Îniyê, herî kêm sê welatiyên din ên vî welatî di encama berdewamiya bê ewlehîtî û bê îstîqrariyê li Sûriyê hatine kuştin. Çavdêrê Mafên Mirovan ê Sûriyê tekez kir ku hejmara kuştiyên bê ewlehîtiyê li vî welatî ji destpêka sala 2025`an vir ve li parêzgehên curbicur ên Sûriyê gihîştiye hezar û 157 kesan.