Destdirêjîya dubare ya Rejîma Sîyonîst ser axa Sûrîyê
Leşkerên Rejîma Sîyonîst careka din ketin derdora Quneyterê ku ketîye başûr- rojavaya Sûrîyê, lê hikûmeta demkî ya Colanî dîsan jî himber berdewambûna van destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst bêdeng ma.
Li gorî rapora medyayên ereb, leşkerên sîyonîst îro ji bo cara duyem ji duh va, bi çend maşînên leşkerî ketin derdora Quneyterê li başûr-rojavaya Sûrîyê. SANA Newsê jî ragihand ku hêzên Rejîma Sîyonîst a dijmin bi 4 maşînên leşkerî ketin gundê Mişîrfe li derdora Quneyterê.
Artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker di mehên vê dawîyê da çend caran ketîye axa Sûrîyê û herwiha bi balafiran êrişî vî welatî kirîye ku di encamê da bi dehan sivîl hatine kuştin u binesazîyên Sûrîyê hatine wêrankirin. Di vê navberê da hikûmeta demkî ya Colanî himber van cinaytên Rejîma Sîyonîst bêdeng dimîne u vê yekê dilnigeranbûna gelê Sûrîyê zêde kirîye.