Pevçûna navbera terorîstan li nav kempa Hol a Sûriyê
Çavkaniyên nûçeyan ên Sûriyê derbarê zêdebûna nakokiyên navxweyî navbera serkirde û endamên koma terorîst a DAIŞ`ê li kempa Hol a li Sûriyê agahî dan.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan, nakokî û pevçûnên navxweyî yên giran navbera fermande û endamên koma terorîst a DAIŞ`ê li kempa Hol a li bakurê Sûriyê qewimîne û hêzên HSD`ê ji duh ve hewil didin pêşiya zêdebûna van nakokiyan bigrin. Çavkaniyek ewlehiyê eşkere kir ku hinek hene ku destekê didin hejmarek serkirde û endamên DAIŞ`ê ku ji kampa Holê birevin û ragihand ku Hol niha mîna hikûmeteke terorîst a piçûk e û hin alî dixwazin van terorîstan ji bo armancên xwe li Sûriye û Iraqê bikar bînin.
Qeterî Semermed, Karzanê ewlehiyê yê Iraqê, derbarê vê yekê eşkere kir ku Waşington kempa Holê bikar tîne da ku terorîstan werbigre û perwerde bike da ku bi hevkariya komên ser bi Colanî ve li nav Iraqê operasyonan pêk bînin.