Cotmeh 17, 2025 19:28 Asia/Tehran
  • Avakirina navenda leşkerî derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye ya Helebê

Hêzên hikûmeta demkî ya Colanî derdora taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê navendeka nû ya leşkerî çêkirin.

Hêzên hikûmeta demkî ya Colanî bi çêkirina çend navendên leşkerî û çêkirina çeperan li dora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, dorpêça van deveran şidandin û xelkê van deveran ragihandine ku hikûmeta demkî ya Colaniyê peymana 1`ê Nîsanê ya bi HSD`ê re binpê dike. Medyayan her wiha ragihand ku hêzên hikûmeta demkî ya Colaniyê li ser girê Parka Tariq bin Zayêd li dora taxa Eşrefiyê navendeke leşkerî ya nû ava kirine û li wir çeper jî danîne ku ev liv û tevgera plana nû ya hikûmeta veguhêz a Sûriyê ji bo êrîşkirina ser van deveran nîşan dide.

Serepeyv