3 endamên DAIŞ`ê li Dêrezorê ji aliyê HSD`ê ve hatin girtin
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gundewarê Dêrezorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê du operasyon pêk anîn, di encamê de sê endamên vê komê hatin girtin û gelek çek û cebilxane hatin zeftkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li gundewarên Dêrezorê du operasyon li dijî DAIŞ`ê pêk anîne û di encamê de 3 endamên DAIŞ`ê hatine girtin. Di daxuyaniya Navenda Medyayê ya HSD`ê de hat gotin ku hêzên komando du operasyonên serkeftî li dijî endamên DAIŞ`ê pêk anîne. Operasyona yekem li rojhilatê Dêrezorê pêk hatiye. Di vê operasyonê de, endamekî DAIŞ`ê hatiye girtin. Di heman demê de, gelek çek û madeyên teqandinê ku bi vî kesî re bûn hatine zeftkirin. Operasyona duyem li herêma Besîra hatiye kirin û hêzên HSD`ê veşartgeheke DAIŞ`ê wêran kirine û du endamên wê girtine.