Mîlîtanên HSD tevlî Wezaretxaneyên Navxwe û Berevaniyê yên Sûriyê dibin
Endamekî komîteya muzakireker a HSD li Şamê ragehand ku mîlîtanên HSD di çarçoveya sê leşkeran da yê tevlî Wezaretxaneyên Navxwe û Berevaniyê yên hikûmeta nû bibin.
Senharib Bersûm, endamê komîteya muzakireker a HSD di muzakirên bi nunerên hikûmeta Colanî re got:Tu hêzeke hikûmeta Sûriyê dê derbasî nava herêmên bakur û rojhilatê vî welatî nebe. Wî her wiha got: Mîlîtanên bi navê Hêzên Taybet ên dijî terorîzmê yên HSD dê tevlî dezgeha dijî terorîzmê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê bibin û dê li seranserê Sûriyê çalakiyan bikin.Du rojan berî niha Mezlûm Ebdî Serfermandarê HSD derbarê rêkeftina berayî bi rayedarên hikûmeta demkî ya veguhêz li Şamê ser mekanîzma tevlîkirina mîlîtanên xwe nav wezaretxaneyên Berevanî û Navxwe de agahî da. Şandeke leşkerî ya HSD vê heftiyê gihîşt Şamê da ku derbarê mekanîzma tevlîkirina hêzên xwe nav artêşê gotûbêjê bike.