Cotmeh 13, 2025 10:06 Asia/Tehran
  • Mezlûm Ebdî: Helwesta Şamê li himber ne-navendîkirinê erênîtir bûye

Fermandê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê pêşketina di gotûbêjên siyasî bi hikûmeta Colanî re agahî da û got ku helwesta Şamê derbarê ne-navendîkirinê û sererastkirina destûra bingehîn erênîtir bûye.

Mezlûm Ebdî ragihand ku  hêzên HSD û Hêzên Ewlehiya Navxweyî (Asayiş) dê li pêkhateya nû ya artêşa Sûriyê û Wezareta Berevaniya  Sûriyê  de beşdar bibin.  Her wiha rewş  ji bo vegera rêxistinkirî ya awareyan bo Efrîn, Girêsipî û Serêkaniye hatiye amadekirin. Ebdî di hevdîtina bi nûnerên Amerîka û Şamê re, derbarê berdewamiya hevkariyên dijî DAIŞ`ê, rakirina boykotên Sizar û cihanîna peymana 10`ê Adarê gotûbêj kiriye û derbarê lihevkirina ser agirbesa seranserî agahî daye.  Li gorî  gotina Ebdî, gotûbêjên derbarê sererastkirina Destûra Bingehîn û pergala nenavendî berdewam dikin û atmosfer bi giştî avaker û erênî ye. Wî her wiha tekez kir ku HSD dê di pêvajoya tevlîbûna nav artêşa Sûriyê de ciheke hêja hebe û ezmûna serkeftî ya deverên Kurdnişîn mîna  Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê mînaka vê hevkariyê ye. Ebdî tevî tekeziya ser pêwîstiya garantîkirina mafên Kurdan û reformên qanûnî got ku divê pirsgirêkên Sûriyê ji hêla sûriyan bi xwe ve werin çareserkirin û rola Tirkiyê di vê pêvajoyê de divê bêalî û sînordar be.

Serepeyv