Destdirêjiya dubare ya Rejîma Siyonîst ser Quneytera Sûriyê
Cotmeh 05, 2025 13:29 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku hêzên Rejîma Siyonîst di dewama destdirêjiya ser axa Sûriyê de ketine hin deverên parêzgeha Quneyterê li başûrê vî welatî.
Çavkaniyên herêmî yên Sûriyê tekez kirin ku komeke leşkerên artêşa Rejîma Siyonîst bi çar panzeran derbasî nava gundê Suweyse li derdora başûrê Quneyterê bûn.
Artêşa Rejîma Siyonîst di roj û hefteyên borî de û di bêdengiya hikûmeta Colanî li himberî destdirêjiya artêşa wê rejîmê ser axa Sûriyê de hin armanc li navçeyên cubicur ên Sûriyê û bi taybet li bajarê Şamê û derdora wê, bombebaran kirine û her wiha hin deverên axa Sûriyê jî dagir kiriye.