Zêdebûna pevûnên di navbera Kurdên Sûriyê û hêzên Colanî
Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan, pevçûna navbera Kurdên Sûriyê û hêzên hikûmeta demkî ya Colanî de li derdora Helebê derbasî qonaxeke nû bûye. Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku mîlîtanên kurd ên Sûriyê bi hêzên hikûmeta demkî ya vî welatî re li dora Helebê ketin pevçûnê.
Medya Sûriyê îro ragihand ku pevçûna navbera Kurdên Sûriyê û hêzên hikûmeta demkî ya Colanî de li mêhwera Dêr Hafir li rojhilatê Helebê ji bo duyemîn roja li pey hev zêde bûye, her du alî jî bi hawan û roketan çeperên hev didin ber êrişan.
Çavdêrê Mafên Mirovan a Sûriyê, bi ragehandina vê yekê ku rêya Heleb-Reqa, ku ji herêma Dêr Hafir derbas dibe. ji ber dijwarbûna nakokiyan ji bo roja sisyan li pey hev hatiye girtin, eşkere kir ku rayedarên Şamê ji komên hevpeymanên Tirkiyê xwestine ku amadekariyê bikin da ku li dijî Kurdên Sûriyê li herêma Dêr Hafir û mêhwera Bendava Tişrînê operasyonan bikin da ku êrişî çeperên Kurdan bikin.