Liv û tevgerên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê
Dezgeha Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku liv û tevgerên hevdem ên Amerîka û Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê zêde bûne.
Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di çend rojên buhurî de gellek helekopterên amerîkî li baregeha Xerbe Cîr li derdora Rimêlanê ser bi parêzgeha Hesekê,bûye danîne u jê rabûne, her wiha balafireke amerîkî ya hilgirê leşker, çekên giran û alavên leşkerî li wê baregehê rûniştiye û helîkopterên leşkerî jî li esmanê herêmê firîne. Ev baregeh ji navendên sereke yên Amerîkayê li bakur-rojhilatê Sûriyê tê hesabê.
Dezgeha Çavdêra Mafên Merivan a Sûriyê her wiha ragihand ku karwan û kamyonên leşkerî yên curbicur yên Tirkiyê derbasî balafirgeha leşkerî ya Koyris li rojhilatê Helebê bûne. Ev liv û tevger hevgavê girêdana rêya Heleb-Reqeyê û rêyên ku ber bi bajarê Dêr Hafirê ve diçin pêk hatine û xalên kontrolê li deriyên sereke yên navçeyê hatine danîn. Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê hevdembûna xurtkirina baregehên amerîkî li bakur-rojhilat û bicihbûna xurt a Tirkiyê li rojhilatê Helebê nîşana zêdebûna asta nakokiya leşkerî û ewlehiyê li van navçana zanî.