Îlon 18, 2025 17:11 Asia/Tehran
  • Wêdadayîna nişkêveyî ya çend dîlomatên amerîkî yên nêzîkî kurdên Sûrîyê

Ajansa Nûçeyan a Reutersê ragihand ku kêşeyên taybet bi çarenûsa kurdên Sûrîyê û siberoja HSDê bûn sedema derxistina çend dîplomatên payebilind ên amerîkî.

 

Ajansa Nûçeyan a Reutersê raghiand ku çend dîplomatên pillebilind ên amerîkî yên têkildarî dosîya Sûrîyê di çend rojên buhurî da nişkê va ji posta xwe hatine dûrxistin, pêngavek hevgavê hewlên Waşîngtonê ji bo têkilkirina hevpeymanên xwe yên kurd û hikûmeta Şamê û nîşaneyeke guhertineke tijî alozî di sîyaseta Amerîkayê ya himber Sûrîyê da ye. 

Wan dîplomatana di bin çavdêrîya rasterast a Tam Barak wekîlê Amerîkayê di karên Sûrîyê û rawêjkarê nêzîkî Trump da kar dikirin. 

2 dîplomatên rojavayî û 2 çavkanîyên amerîkî raghiandine ku ew wêdadayîn nişkêvayî û enqest bûye û nîşaneyeke kelîna hundirîn a nêrîna Waşîngtonê himber Şamê ye. 

 

Serepeyv