Îlon 15, 2025 17:02 Asia/Tehran
  • Paşdexistina hilbijartinên parlemana Sûriyê bi mehneya nivîşkanmayîna amadekariyan

Karbidestên dezgeha hilbijartinê ya Sûriyê îdîa dikin ku lidarxistina hilbijartinên parlemanî li vî welatî ji ber tiştê ku wan ``nivîşkanmayîna mekanîzmên cihanînê û nirxandina hêjatiyê`` dane zanîn, hat paşdexistin.

Newar Necme wekîla komîteya hilbijartinê ya Sûriyê, got ku komîteyê hîna nekarîye  bernameyên pêwîst ji bo organîzekirina dengdanê û qebûlkirina namzedan bi dawî bîne lewma hilbijartinên ku biryar bû ji 15 heta 20ê Îlonê werin lidarxistin dê  bimînin  bo wexteke din. Wê her wiha got ku paşdeketina pêvajoya hilbijartinê dê bibe derfetek ji bo nirxandina navên berbijaran jibo wergirtina postan di saziyên hilbijartinê de û nirxandina daxwaziyên ku hatine pêşkêşkirin. Hîna dema nû ya lidarxistina hilbijartinên parlemanî yên Sûriyê nehatiye kivşkirin.

Medyayên Sûriyê berê ragihandibûn ku hilbijartinên Meclîsa Civakê li sê parêzgehên Suweyda, Heseke û Reqayê ji ber pirsgirêkên ewlehiyê hatine paşdexistin.

Serepeyv