NY: 16.5 milyon Sûrî hewcedarê alîkariya mirovheziyê ne
Îlon 09, 2025 18:01 Asia/Tehran
Hewahengkerê Karûbarên Mirovî yê NY li Sûriyê got: Ji ber xemsariya Rejîma terorîst a Sûriyê li himber debara jiyana xelkê vî welatî, zêdetir 16.5 milyon sûrî hewcedarê alîkariyên mirovheziyê ne.
Adam Ebdel Molî got: Ev hejmar ji xeynî 2.5 milyon awareyên navxweyî yên Sûriyê û penaberên li derveyî welêt e ku vegeriyane deverên xwe yên niştecîbûnê ku gelek ji wan malên wan hatine wêrankirin. Ebdal Molî her wiha got ku ev welata hîna jî ji ber qeyrana awarebûnê êşê dikişîne ji ber ku zêdetirî 6 milyon sûrî hîn jî di hundurê welêt de aware ne û zêdetirî 6 milyon penaber li seranserê cîhanê hene.