Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê: Piştî hilweşîna rejîma Esed 11 hezar kes hatin kuştin
Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand di 9 mehên buhurî de û piştî hilweşîna rejîma Bişar Esed, zêde ji 10 hezar û 600 kes di encama şer û pevçûnên navxweyî yên vî welatî de hatine kuştin.
Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand di mideha çend mehên bixwîn ên piştî hileweşîna hikûmeta Bişar Esed li Sûriyê, bi hezaran cinayet li gişt vî welatî pêk hatine û di neh mehên buhurî de herî kêm 10 hezar û 672 kes di encama şerr û pevçûnên navxweyî yên vî welatî de hatine kuştin.
Di daxuyaniya Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê de hatiye ji nav van goriyan 3 hezar û 20 welatiyên Sûriyê di dema hikûmeta Colanî de hatine îdamkirin.
Piştî têkçûna hikûmeta Bişar Esed, cinayetên berfire û komkujîyên dijî komên curbicur ên Sûriyê hîna jî didomin û bi sedan kes ji kêmîneyên wek Derûziyan ku rastî êrişên berdewam û lidûhev ve hatine, hatine kuştin.