Pêgîriya Salih Muslim li ser viya ku Şam dil heye ji hevhatina bi Kurdan re derkeve
Îlon 03, 2025 13:13 Asia/Tehran
Berpirsekî PYD`ê ragihand hikûmeta demkî ya Colanî di halê paşvekişiyana ji hevhatina bi Kurdên Sûriyê re ye
Salih Muslim amajeyî vî yekî kir ku ev kar di bin zexta rasterast a Tirkiyê de pêk tê û got: Lidarxistina hilbijartina pêşber ji aliyê vê hikûmetê ve nimayişî ye û hewldanek e ji bo wêdadayîna kêmîneyan û dewama siyasetên Beisiyan. Hikûmeta veguhestinê ya Sûriyê bi behaneya lidarxistina Civîna Yekbûnê li bajarê Hesekê, gotûbêjên pilandarêşî yên li gel HSD`ê li Parîsê, îbtal kirine. Muslim amajeyî êrişên bi şidet ên çekdarên ser bi hikûmeta veguhestinê dijî civatên Derûziyan li parêzgeha Suweydayê kir û herwiha got: Ya ku li Suweydayê diqewime nîşan dide ku ev rejîma nikare hikûmeteke giştalî ya demokratîk qebûl bike.