Îlon 02, 2025 18:28 Asia/Tehran
  • Trombêlên zirixî yên nû yên Amerîkayê ketin bakûrê Sûriyê

Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê basa ketina alav û trombîlên zirixî yên giran ên Ameîrkayê nav parêpzgeha Hesekê kirin.

Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragehand: karewanekî leşkerî yê pêkhatî ji 24 kamiyonên hilgirê trombîlên zirixî yên Hamêr û Biradliyê bi rêya derbasgeha Welîdê li ser sînorê Herêma Kurdistana Iraqê ber bi binkeya leşkerî ya Qesrikê li bakûrê Hesekê ve çû. Herwiha balafireke barhilgir a leşkerî ku alavên locêstîk bar dikir, li binkeya hevalbendiyê li bajarê Şedadî ya li başûrê Hesekê danî. Anegorî raporê xistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê, di meha buhurî de nêzî 100 kamiyonên hilgirê alavên locêstîk yên Amerîkayê derbasî navçeyên bakûrê Sûriyê bûne.

Serepeyv