Tebax 23, 2025 17:16 Asia/Tehran
  • Şam: Hilbijartin li 3 parêzgehên Sûriyê hat paşxistin

Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Sûriyê got: Ji ber sedemên ewlehiyê, hilbijartina parlimanê li 3 parêzgehên vî welatî heta demeke nediyar hat taloqkirin

Nawar Necme got ku ji ber pirsgirêkên ewlehiyê yên li wan parêzgehan lidarxistina hilbijartinan hat paşdexistin.

Wî da zanîn ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Sûriyê biryar daye ku hilbijartin li van parêzgehan "heta ku mercên guncav û rewşek ewle pêk bên" bê taloqkirin.

Wî her wiha tekez kir ku dema hilbijartin li wan parêzgehan hat lidarxistin dê wekîlên wan parêzgehana jî derbasî parlamentoyê bibin.

Hikûmeta Colanî li rewşekê behsa hilbijartinên parlimanî li Sûriyê dike ku gelê vî welatî di mehên derbasbûyî de bi şideta giran u tevkujîya ji hêla hêzên di bin fermaana Colanî de rûbirû bûye.

Serepeyv