Hişkesalîyeke bêmînak Sûrîye daye ber xwe
Tebax 19, 2025 18:14 Asia/Tehran
Sûrîye li ber qeyraneke xwarekê ya bêmînak e.
Dezgeha Cîhanî ya Xwarekê ragihand ku zêde ji 3 milyon kes li Sûrîyê li ber birsîbûna giran in. Herwiha nêzî 13 milyon kes ji nifûsa Sûrîyê nika bi kêmxwarekî u yan jî bisînorbûna bidestxistina xwarekê ra rûbirû ne.
Çavdêr û pispor hişyarîyê didin ku heke hikûmeta demkî li Sûrîyê heta demsala nû ya çandinîyê nekare çavkanîyên darayî û şirîkên ticarî ji bo kirrîna gênim ji derva peyda bike, ev welata dê pêrgî qeyrana xwarekê ya herî mezin a di dehsalîyên vê dawîyê da bibe.