Avakirina bajarokê sîyonîstnişîn li girikên Colana Sûrîyê
Tebax 19, 2025 19:00 Asia/Tehran
Hejmareke sîyonîstên tundrew bi armanca avakirina bajarokan, êrişî girikên Colana dagirbûyî ya Sûrîyê kirin.
Sîyonîstên tundrê bi sûdwergirtina narewa ji rewşa tevlihev a Sûrîyê, êrişî girikên Colana dagirbûyî kirin ta ku bajarokekî nû bi navê Nuve Başan ava bikin.
Van sîyonîstê tundrew ku xwe ``pêşengên Başanê`` bi nav kirin, ji artêşa Rejîma Sîyonîst xwestin ku ji bo demeke dirêj li vê herêmê bimînin û dest bi avakirina bajarokê nû bikin.