Bicihkirina dubare ya çekdarên Colanî li navçeyên peravî yên Sûriyê
Tebax 16, 2025 14:43 Asia/Tehran
Rejîma Colanî li Sûriyê piştî rawestana êrişên Rejîam Siyonîst careke din çekdar û milîtanên xwe ji bo serkutkirina Elewiyan veguhest peravên rojavayê Sûriyê.
Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriye ragihand ku çekdar û milîtanên hikûmeta terorîst a Colanî li Sûriyê cardinê ber bi perava rojavayê vî welatî û bendera Tertusê ve hatin veguhestin u Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê alavên leşkerî yên berfireh veguhestin deverên peravê yên rojavayê vî welatî.
Hêzên Colanî di encama êrişên Adarê de zêdetirî hezar û 500 elewî kuştin, ku gelek ji wan jin û zarok bûn. Bi hezaran terorîstên biyanî yên ku beşdarê pevçûnên navxweyî yên Sûriyê bûne, ji rejîma Colanî xwestine ku mafê welatîbûna Sûriyê ji wan re were dayînê.