Veguhestina bênavber a amûrên locêstîk ên Amerîkayê bo Hesekê
Tebax 13, 2025 18:25 Asia/Tehran
Di dewama pêvajoya xurtkirina baregehên Amerîkayê li bakur û rojhilatê Sûriyê de balafireke barhilgir a hevpeymaniya navneteweyî û karwanekî ji bi dehan kamyonan pêkhatî, derbasî parêzgeha Hesekê bûn.
Çavkaniyên Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandin ku ev balafir hilgirê amûrên locêstîk jibo xurtkirina baregehên hevpeymaniyê li bakur û rojhilatê Sûriyê bûye.
Duh jî karwanekî pêkhatî ji 40 kamyonên hilgirê amûrên locêstîk ji deriyê sînorî yê Welîd li Herêma Kurdistana Iraqê ve derbasî Sûrîyê bû û rasterast bo baregeha Amerîkayê li Xerb Cîrê hatin veguhestin.