Tebax 11, 2025 20:17 Asia/Tehran
  • Du endamên DAIŞ`ê di operasiyona HSD`ê de hatin girtin

Çavkaniyên nûçeyan ji girtina du endamên DAIŞ`ê di operasiyona HSD`ê li bajaroka Holê li dorhêla Hesekê de agahî dan.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel(YPG) bi weşandina daxuyaniyekî ragihand ku tîmên operasiyona leşkerî ya ser bi HSD`ê operasiyoneka ewlehiyê li bajarokê Holê li dorhêla Hesekê cih anîn ku di encamê de 2 endamên DAIŞ`ê hatin girtin.

Anegorî vê daxuyaniyê di 9`ê Tebaxa 2025`an de tîmên HSD`ê operasiyonekî li dorhêla Hesekê dijî komeka DAIŞ`ê destpê kirin ku armnaca wê rûxandina DAIŞ`ê di warê veguhestina leşkeran û çavkaniyên pereyî û birêvebirina çavkaniyên aborî û locêstîk ên vê komê de bû. Di encama vê operasiyonê de du endamên payebilind ên DAIŞ`ê ser navê Seid Muxlef El Hisên û Mihemed Şakir Muxlef hatin girtin.

 

Serepeyv