Dema hilbijartinên yekem ên parlimanî piştî têkçûna rejîma Esed hate ragihandin
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Sûriyê bernameya hilbijartinên parlimanî yên yekem ên vî welatî di bin serokatiya rejîma Colanî de di meha Îlonê de ragihand.
Mihemed Taha El Ehmed, Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Parlimana Sûriyê ragihand ku tê payîn ku hilbijartinên parlimanê yên yekem ên welêt piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed û desthilatdariya rejîma terorîst a Colanî di navbera 15 û 20`ê Îlonê de werin lidarxistin.
Wî her wiha got ku hin reformên ku di sîstema hilbijartinên parlemanî ya Sûriyê de hatine kirin, bala Colanî, serokê terorîstên ku welêt birêve dibin, kişandiye.
El Ehmed zêdebûna hejmara kursiyên li Parlimana Sûriyê ji 150 bo 210`ê ragihand û got ku par û pişkên parêzgehan dê li gorî serjimêriya sala 2011`an zêde bibin. Berendam hefteyek dem hene ku bernameyên xwe yên hilbijartinê raber bikin, piştî wê dê dîbêyt û nîqaş werin lidarxistin.