Amerîkayê barekî locestîk şand rojhilata Sûrîyê
Tîrmeh 27, 2025 16:37 Asia/Tehran
Amerîkayê barekî locestîk ê giran şand rojhilata Sûrîyê.
Bi dû liv û tevgerên leşkerî yên berfire û şandina alavên locestîk ên giran ku bi piştgirîya hewayî ya berfire ya balafirên cengê yên amerîkî, binkeyên vî welatî li parêzgehên Heseke û Dêrezorê berbanga îro ketin rewşa amadebaşîya emnî ya tund û giran da.
Şandina van karwanên locestîk di çaçrova plana berfire ji bo xurtkirina Amerîkayê li axa Sûrîyê ye. Herwiha liv û tevgerên hanê di çarçova hevahengîya nefermî ya tev kabîna Colanî Serokê demkî yê Sûrîyê da ne. Ev di halekî da ye ku gel dijî bicihbûna leşkerên amerîkî li Sûrîyê ye.