Meclisa Leşkerî ya Suweydayê: Em dê berxwedanê bidomînin; civaka cîhanî tenê li cinayetan temaşe dike
Meclisa Leşkerî ya Suweydayê bal kişand ser berdewambûna şîdet û cinayetên dijî sivîlan û ji ber bêdengîya civaka cîhanî ya himber cinayetên cengê û jînosaydê rexne kir û xwest ku rêxistinên navdewletî demlidest bikevin dewrê.
Di daxûyanîya Meclisa Leşkerî ya Suweydayê da wiha hatîye: Di rewşekê da ku pêleke nû ya êrişên rêkxistî dijî gelê Suweydayê didome, em careka din rijê berxwedana gelanî ya ku di salka 2018ê da di şerê himber DAIŞê da pêk hat, zindî dikin û pêgirîyê ser domandina vê rêyê himber gefan dikin.
Meclisa Leşkerî ya Suweydayê amajeyî vê yekê kir ku ev êrişana berdewamîya destdirêjîyên berê yên komên tundrê yên fenanî DAIŞ û Cebhet ul Nusreyê ne û ragihand ku sebebkarên van şîdetana careka din cinayet û qirr pêk anîn û civaka cîhanî jî tenê li van komkujîyana mêze dike.
Meclisa Leşkerî ya Suweydayê herwiha ragihand: Em hewil didin bi rêya danuistandina tev hikûmeta demkî ya Sûrîyê, rêyekê ji bo sekinandina êrişan û parastina sivîlan peyda bikin, lê heta nika ti bersiveke ciddî yan pêngaveke şînber ji bo bidawîhanîna qeyranê ji hêla alîyê beranber va nayê dayîn û rakirin.