Tîrmeh 16, 2025 15:20 Asia/Tehran
  • Liv û tevgerên hêzên dagirker ên Amerîkayê di navbera Iraq û Sûriyê de

Karwanekî wesayîtên leşkerî yên Amerîkayê ji Hesekê ber bi Iraqê ve çû.

Medyayên herêmî yên Sûriyê ragihandin, tevî ku hefteya borî karwanek wesayîtên leşkerî yên amerîkî ji Herêma Kurdistana Iraqê va bo herêma kurdnişîn a Sûriyê hat veguhastin, duh karwanekî mezin ji wesayîtên leşkerî yên amerîkî ji parêzgeha Hesekê ber bi deriyê sînorî yê El-Welîd a di navbera Sûrîye û Iraqê de çû.

 Ev Karwana ku ji nêzîkî 100 kamyonên leşkerî yên alav û wesayîtên leşkerî yên Amerîkî pêk dihat, ji baregehên Tel Bêder û Îstrahe El-Wezîrê li bakurê Hesekê derket, û medyayan ragihandin ku Amerîka êdî li van baregehan nemaye. Hin  xelkê navçeyê û karzanên Sûrî vekişîna nişkêveyî ya  Amerîkayê ji her du baregehên li Hesekê, hevgavê aloziyên li Sûriyê wek komployek nû li herêmê dinirxînin.

Serepeyv