DAIŞ xwe li Sûrîyê rêk dixe
Tîrmeh 11, 2025 10:14 Asia/Tehran
Pisporekî leşkerî yê sûrî derheq xwerêkxistina dubare ya koma terorîst a DAIŞê li vî welatî hişyarî da.
Tirkî Hesen hişyarî da ku çalakîyên terorîstên DAIŞê li Sûrîyê zêde bûne. Wî got ku ev zêdebûna liv û tevgerên DAIŞê li Sûrîyê di encama bêewlehîtîyê da ye û DAIŞ nika mijûlê xwerêkxistina dubare j ibo lidarxistina operasyonên terorîst ye.
Tirkî Hesen got: DAIŞ ji bêewlehîtîya li Sûrîyê ji bo wergirtina terorîstên nû sûdê werdigire. Rewşa nika ya Sûrîyê jî ser xêra liv û tevgerên DAIŞê ye.
Tirkî Hesen pisporê leşkerî yê sûrî herwiha got: Ev xetera tenê nava Sûrîyê nagire ber xwe belkî welatên herêmê jî digire ber xwe.