Tîrmeh 10, 2025 15:12 Asia/Tehran
  • Operasiyona dijî terorê ya HSD`ê li Kempa Holê

HSD`ê operasiyonekî berfireh a ewlehiyê dijî endamên DAIŞ`ê li Kempa Holê li başûrê Hesekê li dar xisti. Di encama vê operasiyonê de du serkirdeyên DAIŞ`ê hatin girtin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD`ê de hatiye ku tîmên wan ên operasiyona leşkerî, operasiyoneka ewlehiyê li Kempa Holê dijî komeka weşartî ya terorîstên DAIŞ`ê cih anîne. Di dewama operasiyonê de hatiye: Piştî kemilandina karên şopandin û geriyan û komkirina agahiyên istixbaratî, HSD`ê nasnameya du terorîstan ser navê Mihemed Sadiq El Ewel(Ebî El Berai) û Ebdulrezaq Mehmûd Selame(Ebî Ebdulrehman) nasî û ew girtin.

Di daxuyaniya HSD`ê de hatiye ji Mehmû Selame ku wekî mîrê leşkerî yê teorîstên DAIŞ`ê li Kempê dihat nasîn û tiliya wî di veguhestina meriv û çekan bo nav û derveyî kempê hebû û herwiha ji Ebdilrezaq, wekî rûhaniyê Rêxistina Terorîst a DAIŞ`ê li Kempê, ku karên wergirtina zarokan û vegotina dersên îdêolojîk dikir, sê alavên bêtêl hatin zevtkirin ku li gorî gotina wan bi van alavan bi serkirdeyên xwe yên li navçeyên di bin kontrola hikûmeta Tirkiyê de, diketin têkiliyê.

Serepeyv