Hezîran 07, 2025 20:54 Asia/Tehran
  • Destpêbûna pêla nû ya îdamkirinên meydanî li Sûriyê

Rojnameyeke erebî derbarê destpêbûna pêleke nû ya êriş û îdamkirinan li Sûriyê agahî da.

Rojnameya El Exbar ragihand ku îdamkirinên li ber çavên xelkê li Sûriyê, bi taybet li navçeyê navendî û peravên vî welatî berdewam dikin, bi curekê ku di nav tenê 2 rojan de 18 kes ji aliyê terorîstan ve hatine kuştin.

Li gorî nûçeyeke din, tankên  artêşa Rejîma Siyonîst îro ketine gundê Cebba yê li derdora Quneyterê û erdên Sûriyê hedef girtine, lê paşê vekişyan bilindahiyên Golana dagirkirî.

Medyayan her wiha behsa avakirina baregeheke leşkerî ya amerîkî li Sûriyê û sefera şandeke amerîkî bo Şamê kirin bona îmzekirina peymanekê ji bo avakirina vê baregehê ku pir muhtemel e li herêma Tenfê li başûr rojhilatê Sûriyê were avakirin.

Serepeyv