Êrişa kesên çekdar ser derdora Laziqiyê
Hezîran 05, 2025 13:09 Asia/Tehran
Endamên çekdar li herêma El Daliye û gundê Beyt Aanayê agir berdan malên welatiyên sûrî.
Van endamên çekdar her wiha kesek kuştin û agir berdan gelek otomobîl, klubeke werzişê û navendeke bazirganî ya li vê navçeyê.
Amûrên leşkerî yên Wezareta Berevaniyê ya rejîma Colanî jî ji navçeya Cebeleyê li derdora Laziqiyê hatine vekişandin. Ji dema hilweşandina hikûmeta Bişar Esed ve heta niha gelek navçeyên vî welatî bûne şehedê zêdebûna kuştin, revandin û talankirinê.