Dewama pêşveçûna dagirkirên siyonîst li başûrê Sûriyê
Leşkerên Siyonîst di halê pêşveçûna li hin navçeyên başûrê Sûriyê ne.
Çavkaniyên xwecihî li Sûriyê ragihandin ku yekîneyeka leşkerî ya artêşa Rejîma Siyonîst ku ji du tank û du tirombîlên leşkerî pêk hatiye îro bi awayekî bisînor li navçeyên sînorî yên Sûriyê pêşda çûne. Çavkaniyên sûrî basa birîndarbûna 6 kesan di encama teqîna bombeyekî li dorhêla Suweydayê û ketina dubare ya leşkerên Rejîma Siyonîst nav navçeyên başûrî yên Sûriyê kirin. Çavkaniyên sûrî jî ragihandin ku di encma êrişa koma teorîst a DAIŞ`ê ser navçeyekê li dorhêla Suweydayê da kesek hate kuştin û sê kes jî birîndar bûn. Liv û tevgerên leşkerî yên Siyonîstan di halekî da ne ku piştî têkçûna hikûmeta Bişar Esed di salên derbasbûyî de navçeyên başûrî yên Sûriyê bûne meydana cirîda artêşa Rejîma Siyonîst.