Kuştina endamekî DAIŞê li rojhilata Dêrezorê
May 28, 2025 15:10 Asia/Tehran
Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) di daxûyanîyekê da ragihand ku endamekî koma terorîst a DAIŞê li şarê Hicîn li rojhilata Dêrezorê hat kuştin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxûyanîyekê da ragihand ku hêzên wan terorîstekî daişî ku li rex cadeya ber bi şarê Hicîn li rojhilata Dêrezorê mijûlê danîna mayînê bû, kuştin.
Di dewama vê daxûyanîya HSDê da hatîye: HSDê di halê gerreçavdêrîya ji bo dabînkirina ewlehîya cadeyan û niştecîyên herêmê bûn ku liv û tevgerên kesekî bala wan kişand ku dixwest mayînekê bi cî bike.
Ji hêla din va di navbera HD ku komeke terorîstên DAIŞê li bajarokê Sûsê li rojhilata Dêrezorê pevçûn derket ku çend kes ji wan hatin kuştin an birîndarkirin.