Dewama cinayeta komên çekdar li Sûriyê
Çavkaniyên xwecihî yên Sûriyê ji berdewamiya cinayetên komên çekdar li bajarên curbicur ên vî welatî û hiştina termên kuştiyan li gelî û çiyayan bi armanca veşartina cinayetên xwe agahî dan.
Di rojên derbasbûyî de, navçeyên beravên Sûriyê rastî zêdebûna alozî û pevçûnên bi xwîn di navbera hêzên ewlehiyê yên hikûmeta nû ya Şamê bi serokatiya Golanî û dijberên siyasetên wî de bûne û di encamê de bi dehan kes hatine kuştin. Hejmara qurbaniyên komkujiya gundên berava Sûriyê jî gihîştiye zêdetir ji hezarî ku 745 ji wan sivîl in. Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand ku zêdetirî 10 komkujî li deverên curbicur pêk hatine û ev jî nîşana zêdebûna tundî û tolhildanê ye. Li gorî van çavkaniyan, nêzî 385 kes ji aliyê hêzên Wezareta Berevanî û Ewlehiya Navxwe ya Sûriyê ve hatine gullebarankirin. Li gorî rapora Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûrîyê, di van cinayetan de 830 sivîlên elewî hatine kuştin û bi dehan hezar kes ji wan aware bûne û malên wan hatine şewitandin. Piştî van cinayetan rêxistinên mafên mirovan daxwaz kirin ku berpirsên van cinayetan bi tawana qirkirina etnîkî û jînûsaydê bên darizandin. Ji aliyê din ve çavkaniyên xwecihî ji pêşdeçûna dagirkerên siyonîst li başûrê Sûriyê agahî dan ku yekîneyeke leşkerî ya artêşa Rejîma Siyonîst îro li derdora parêzgeha Quneyterê di navbera her du gundên El Semdaniye El Şerqiye û El Ecrefê ber bi axa Sûriyê ve pêş da çûneû û hêzên Colanî tiştek ji wan re negotine .