Tirkiye amadeyî çêkirina meqerekê li Sûriyê ye
May 25, 2025 18:36 Asia/Tehran
Çavkaniyek ewlehiyê ya Tirkiyê îdia kir ku ev welata dixwaze bona rawestana li ber terorîzmê li Sûriyê meqerên leşkerî, bejayî, esmanî û deryayî çê bike.
Vê Çavkaniya ewlehiyê ragihand: Hêzên Çekdar ên Tirkiyê dê meqerên bejahî, hewayî û deryayî çê bikin. Di mehên derbasbûyî de bi guhertina hikûmeta Sûriyê, Tirkiye dixwaze meqerên leşkerî li vî welatî çê bike. Ser vê esasê hin nûçe hatin weşandin ku Tirkiye dixwaze du baregehên leşkerî li navça Tedmûr( Palmîra) çê bike. Meqera hewayî ya T-4 yek ji baregehên leşkerî yên herî girîng li Sûriyê ye ku Tirkiye dixwaze hizûreke bihêz li wir hebe.