May 24, 2025 16:26 Asia/Tehran
  • Îstifaya rayedarekî payebilind ê hikûmeta Sûriyê piştî bi desthilatbûna El-Colanî

Parêzgarê Siwêdayê li Sûriyê wekî yekem rayedarê payebilind di hikûmeta demkî ya vî welatî de, ji ber êrişa kesên çekdar îstifa kir. Mustafa El-Bekur piştî wê nameya îstifaya xwe pêşkêş kir, ku roja Çarşemê li nivîsgeha wî ya li avahiya parêzgariyê rastî êrişeke çekdarî hat.

Ev îstifaya yekem a rayedarekî payebilind ê hikûmetê piştî bidesthilatbûna  El–Colanî ye.

Li gorî nûçeyeke din, piştî teqîna mînekê li navçeyeke derdora Siwêdayê, du hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyê hatin kuştin û kesek jî birîndar bû

Serepeyv