May 24, 2025 17:53 Asia/Tehran

Têkiliya navbera hikûmeta demkî ya Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk HSD di rewşeke nearam û nezelal de ne,di halekî de ku peymana Adara 2025an hîn bi tevahî cih nehatiye ,her du alî li ber vebijarka tevlîbûn an pevçûan leşkerî de ne.

Çavkaniyên agahdar dibêjin ku têkiliyên navbera hikûmeta demkî ya Sûriyê û mîlîtanên nasiyar bi Hêzên Sûriya Demokratîk ku desthilata  bakur-rojhilatê  vî welatî girtine destê xwe di rewşeke qeyranî de ye, pêşketineke  berbiçav  di cihanîna xalên peymana ku di Adara borî de ji hêla Mezlûm Ebdî û Colanî ve hatî îmzekirin de çênebûye. Niha, her du alî ji bo derbaskirina rewşa bi qeyran du rê li ber  wan de hene. Ya yekem, pêşketina di cihanîna peymanê de, ku tevlîkirina HSD li pêkhateya lşkerî ya nû ya Sûriyê ye ku tê wateya sepandina kontrola hikûmeta nû ya Şamê  ser tevahiya bakur-rojhilatê Sûriyê û ya duyemîn, pevçûnek leşkerî, ku her du alî hewl didin ku xwe jê dûr bikin da ku herêm nekeve rewşek şerê navxweyî û ji kontrolê dernekeve.Çend rojan berî niha HSD li parêzgeha Reqayê pêlek girtinan di nav çalakvanan  da destpêkirin û ew bi tawana  têkiliya bi hikûmeta Sûriyê re desteser kirin.

Hevdem ku li Reqeyê  kolandina tûnêlan zêde dibin, çalakvanan li  medyaya civakî kempêynek bi rêxistin ku van kolandinan rawestînin ji ber ku ew ji bo avahiyên bajêr gefek mezin çê dikin.  Ev tûnêl nîşanek e ku HSD naxwaze  li gor peymana ku ji hêla Colanî û Mezlûm Ebdî ve hatiye îmzekirin, herêmê radestî artêşa Sûriyê bikin.Ev helwesta HSD  tê wateya amadetiya  leşkerî  ji bo pevçûnek muhtemel bi artêşa Sûriyê re.

 Hevdem Tirkiye hewl dide ku bi destwerdana li cihanîna peymana di navbera Colanî û Kobanî de jibo diyarkirina rewşa bakur rojhilata Sûriyê bike   Ji ber ku Enqere hebûna HSD ku beşa wê ya sereke Kurd pêk tînin wekî gefek ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne.

Niha, karzan di vê baweriyê de ne ku derbarê têkiliyanavbera Colanî û bakur-rojhilatê Sûriyê de gelek  meselên nezelal hene  û dibe ku hemî peymanên berê yên di navbera wan de bi destpêkirina pevçûnên leşkerî têk herin.

Serepeyv