Ketina Hêzên Siyonîstî nav meqera zirxî ya li başûrê Sûriyê
May 22, 2025 17:38 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku karwanê leşkerên siyonîst ketiye navenda yekîneya zirxî li parêzgeha Quneytere ya başûrê Sûriyê.
Karwanê leşkerî yê rejîma Siyonîst bi hejmarek ji wesayît û hêzan derbasî meqera yekîna zirxî li nêzî gundê Meleqe yê li parêzgeha Quneyterê bû. Leşkerên rejîma Siyonîst Çileya 1403an de ketibûn vê meqerê û ew wêran kiribûn. Îniya borî, karwanekî leşkerî ya Rejîma Siyonîst ku ji şeş tankan pêk dihat, ji deriyê Quneyterê ber bi gundê Ednaniyê li derdora navenda Quneytrayê ve pêş ve çû.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê berê ragihandibû ku rejîma Siyonîst ji destpêka vê salê (2025) ve 52 caran destdirêjî kiriye ser axa Sûriyê ku 44 ji wan êrişên hewayî û 8 jî êrişên bejahî bûn.