May 21, 2025 16:50 Asia/Tehran
  • 800 êzidî di zîndanên Tehrîr ul Şamê da ne

Berdevkê Rêxistina Navdewletî ya Pêşxistina Mafên Merivan ragihand ku nêzî 800 êzidî di zîndanên di bin kontrola Tehrrî ul Şamê li Idlibê tên ragirtin.

Aras Celal ragihand: Çarenûsa 2 hezar û 150 kurdên ku bi destê DAIŞÊ hatine girtin, hê jî ne dîyar e. Gellek kesên ku bi destê DAIŞê hatin bêserşûnkirin, pirranî li Heleb, Kobanî û Reqayê hatine girtin. Wî derbara êzidîyan da pêgirî kir: Heta vê gavê derbara zêde ji 2 hezar êzidîyan da ti agahîyek ber desta tineye. Pirranîya wan di salên 2017 heta 2019ê bi destê Tehrîr ul Şamê hatine girtin û nika li Idliba Sûrîyê tên ragirtin. 

Serepeyv