Serdestiya Rejîma Siyonîst ser çavkaniyên avê yên Sûriyê, Gefek dijî ewlehiya navçeyê
May 20, 2025 15:43 Asia/Tehran
Rejîma Siyonîst bi dagirkirina nêzîkî sedî 80ê çavkaniyên avê yên Sûriyê, ji wan bendavên girîng ên wekî El-Wehde û El-Menzere, kontrola stratejîk a çavkaniyên girîng ên başûrê Sûriyê û çemên sînorî bi Urdunê re girtiye destê xwe.
Ev kiryar bûye sedema qeyrana avê li parêzgehên Quneyterê, Golan û Derayê ,muhtemel e ku Telaviv vê amûrê wekî amûreke zexta siyasî dijî hikûmeta demkî ya Sûriyê bikar bîne. Serdestiya Rejîma Siyonîst ser avê dikare avedankirina Sûriyê bixe xeterê û nakokiyên li ser sînor bi welatên cîran re girantir bike.