1500 sivîl di 5 mehan de li Sûriyê hatine kuştin
May 09, 2025 17:22 Asia/Tehran
Ji dema têkçûna hikûmeta Bişar Esed li Sûriyê di Kanûna 2024`an de herîkêm 5 hezar û 514 kesên sivîl di vî welatî de hatine kuştin.
Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê amajeyî bêistiqrarî û giranbûna şidetên li Sûriyê di pênc mehên derbasbûyî de kir û ragihand ji dema têkçûna hikûmeta Bişar Esed li Sûriyê di Kanûna 2024`an de herîkêm 5 hezar û 514 kesên sivîl û bi dehan leşker û milîtan di vî welatî de hatine kuştin.
Anegorî rapora Saziya Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê di vê midehê de herîkêm du hezar û 92 kes li navçeyên curbicur ên Sûriyê hatine îdamkirin û gelek ji wan di meha Adarê de bûne û para zêde ya van îdaman ji aliyê hêzên Colanî, desthilatdarê nû yê Sûriyê ve cih hatine.