May 07, 2025 16:26 Asia/Tehran
  • HSD: Sipartina postên hestyar bo sûckaran, berovajî isûlên dadperwerîyê li Sûrîyê ye

Berdevkê Navenda Ragihandinê ya HSD ji ber rasipardina kesênb sûckar ji bo postên hikûmî li Sûrîyê ji hêla Colanî va, rexne kir û hişyarî da ku karên bi vî rengî rewabûna sazî û dezgehên fermî dixin ber pirs û gumanê û berovajî isûlên dadperwerrî û zelalbûnê li Sûrîyeya nû ne.

Ferhad Şamî li rûpela X`ê nivîsî: Sûckarekî wekî Ebû Hatem Şeqra ku gellek sûc ji wan terorkirina Hevrîn Xelef`ê kiriye, divê di zîndana dadê da be ne li ser postên fermî, lewma ev sîyaseta Colanî karekî nerênî ye û nayê qebûlkirin.

Şamî herwiha got: Tawanbarekî fenanî Ebû Şeqra ku li Sûrîyê ber taqîbatê ye, li asta navdewletî jî wek tawanbar tê naskirin, lê ji hêla Wezîrê Berevanîyê yê hikûmeta demkî ya Sûrîyê va wek fermandarê Çiqa 86 a artêşa SÛrîyê li Heseke, Dêrezor û Reqqayê hatîye destnîşankirin ku ev yek nayê qebûlkirin.

Ebû Şeqra fermandarê berê yê koma terorîst a Ehrar ul Şerqîyeyê bûye û ji TÎrmeha 2021ê va di lîsteya boykotên navdewletî da cî girtîye. 

Serepeyv