Kawilkirina Binekeya artêşa berê ya Sûriyê ji aliyê artêşa dagirkir a Siyonîst ve
May 05, 2025 17:39 Asia/Tehran
Artêşa Dagirkir a Rejîma Siyonîst di dewama êrişên ser Sûriyê de, êrişî ser binkeya berê ya vî welatî li çiyayê Hermûnê kir û ew kawil kir.
Îro artêşa dagirkir a Rejîma Siyonîst êrişî ser binkeya navendî ya rejîma berê ya Sûriyê li çiyayê Hermûn a dagirkirî li başûrê Sûriyê kir û piştî derxistina hemû çekên li wir ev binkeya kawil kir.
Artêşa dagirkir a Siyonîst piştî têkçûna hikûmeta Bişar Esed li Sûriyê bi behaneya jinavbirina binavahiyên leşkerî yên vî welatî êrişên berfireh ser Sûriyê cih anîne û pişkên zav ên axa Sûriyê dagîr kirine. Desthilatdarên nû yên Sûriyê bi serkirdayetiya Colanî heta nika li hember binpêkirina serxwebûna vî welatî ji aliyê artêşa dagirkir a Siyonîst ve, ti bertekeka cidî nîşan nedane.