Komeke çekdar a Derûzî li Sûriyê hişyarî da kabîneya Colanî
Piştî gera her dawî ya nakokî û şîdetan, komeke çekdar a Derûzî li parêzgeha Swêyda ya Sûriyê hişyarî da hikûmeta demkî ya Şamê.
Koma çekdar a Derûzî ya Lewa El-Cebel li parêzgeha El-Swêdayê ya başûrê Sûriyê di daxuyaniyeke xitabî kabîneya Colanî da ragihand:Kabîneya Şamê bi pîvanan çendalî serederî dike û vekirina rê li ber fitneyên mezhebî ser xêra wê ye, ji ber vê yekê em hişyariyê didin kabîneya Şamê ku heke kabîneya Şamê nikaribe vê yekê bike, divê ew berpirsiyariya her tiştî qebûl bike.
Bajarokê Eşrefiya Sehnaya, li başûrê Şama paytexta Sûriyê bû şehedê pevçûnên bi şîdet di navbera komên çekdar û milîtanên Derûzî ku di encamê de aloziyên ewlehiyê yên berfireh li herêmê derketin.Ev şer û pevçûn bi awayê perrate û berdewam bi hawanan, çekên tîrbar yên navîn û her wiha xwefiran navçeyên xelktêde li bajarokên Eşrefiye Sehnaya û Sehnaya kirine hedef.
Çavkaniyên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta Colanî derbarê kuştina 16 hêzên wan di encama êrişên vê dawiyê yên komên herêmî li hundirê Eşrefiye Sehnaya agahî dan.Pevçûn ji şeva Duşemê ve dest pê bûn. Komên çekdar ên alîgirê hikûmeta Colanî ji deverên curbicur ên Sûriyê êrişî bajarokê Cermanayê kirin û bi xelkê vê navçeyê re ketin pevçûnê. Ev pevçûn roja Sêşemê li gor rêketina di navbera giregir û rîspiyên Cermana û hikûmeta Colanî de hatibûn rawestandin. Lê hêzên leşkerî yên girêdayî hikûmeta Colanî li Sehnaya û Eşrefiye Sehnaya li başûrê Şamê qedexeya hatin û çûyînê ragihandine.