Pevçûnên berfireh li dorhêla Şamê
Nîsan 29, 2025 15:39 Asia/Tehran
Êrişa endamên ser bi terorîstên desthilatdar li Sûriyê ser navçeyekî li derdora paytexta vî welatî, bû sedema pevçûna bi Derûziyên vê navçeyê.
Hejmarek ji terorîstên ser bi Colanî di encama pevçûna bi Derûziyan li paytexta Sûriyê de hatin kuştin û birîndar bûn û hejmarek jî hatin girtin. Du terorîstên ser bi Mihemed Colanî, hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûne. Pevçûnên di vê navçeyê de piştî wê destpê bûn ku terorîstên ser bi Colanî, bangewaziyek ji bo êrişa ser vî bajarî dane. Li navçeya El Qos a li başûrê Şamê de jî hin pevçûn derketine. Komên çekdar piştî êrişa ser Cermanayê êrişeka berfireh ser vê navçeyê destpê kirine.