Nîsan 26, 2025 17:52 Asia/Tehran

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyê daxwaza Amerîkayê, ji wan çavdêriya ser komên filistînî li axa Sûriyê ji bo normalîzekirina têkiliyan û rakirina boykotan qebûl kiriye.

Li gorî rapora  Reutersê, hikûmeta veguhêz a Sûriyê, bi serokatiya Ebû Mihemed El-Colanî, bi nivîskî ji Amerîkiyan re ragihandiye ku Sûriye dê tu carî ji bo ti aliyekî,  bi taybetî jibo  rejîma Îsraîlê, nebe gef.

El-Colanî di nameyekê bo rayedarên amerîkî, piraniya şertên Amerîkayê bo kêmkirina boykotên dijî Sûriyê qebûl kiriye û hewl dide derbarê bêtifaqiyên di navbera her du aliyan de bigihîje hevhatinê.

Hikûmeta veguhêz a li Şamê, bi serokatiya Colanî,komîteyek bo şopandina çalakiyên komên filistînî li Sûriyê ava kiriye.

Sûriye di serdema detshiltdariya Beşar Esed  serokkomarê berê yê vî welatî li gor Qanûna Qeyser boykotên berfireh li ser wê hatibûn sepandin, ji ber tiştê ku Amerîkayê binpêkirinên mafên mirovan bi nav dikir. Hevgav Giyêr Pêdêrson şandiyê taybet ê NY bo Sûriyê piştî bidawîbûna civîna Konseya Ewlehiyê  derbarê vî welatî  tekez kir ku  pêîwst e  boykotên Amerîkayê dijî Sûriyê werin rakirin û got ku tiştê ku ji rayedarên Sûriyê tê xwestin ev e ku hikûmetek berfireh bi  beşdariya nûnerên hemû  çîn û qatên gelê Sûriyê  were ava bikin.

Li gorî raporeke din, çavkaniyên agahdar ragihandin ku herî kêm 100 haletên revandina welatiyên elewî yên Sûriyê li bajarên peravê Sûriyê ji aliyê endamên girêdayî rejîma terorîst a Colaniyê ve hatine tomarkirin.

Serepeyv